Sinifên gotinan
- Navdêr: Tişt û kes - xwarin, av, însan, şuẍilker, dê, bira, bav
- Lêker: Tiştên ko tên kirin yan dibin - xwarin, jê kirin, xistin, vekirin; ketin, vebûn
- Rengdêr: Li ser navdêran agahdarî didin - mezin, piçûk, şîn, kesk, vala, dagirtî, qelew, ze'îf, tewandî, xwehr
- Daçek: Cih (li cem, li ser, piştî) yan wext (di) diyar dikin. Yan jî, şiklê ko tiştêk tê kirin (bi, bê). - di, li, ji, bi
- Hoker: Beḧs dikin li ser ma tiştek çawa hatiye kirin yan bûye (lêkeran). Nêzîkî rengdêran in, lê rengdêr beḧs dikin ma tiştek çawa ye (navdêran), û ev beḧs dikin ma tiştek çawa dibê yan tê kirin.
- Cihnav: Cihê navdêrekê digirin - ez - min, em - me, ew - wan/wa, win/hûn - we, ew - wî & wê, ev - vî & wê
- Gihanek: 2 tişta digihînine hev - û, lê, bes
- Baneşan: Dengên ko yek dikê wextê tiştek dibe - Ax, wey, haho, waweylê
- Jimarnav: Navê nimerekê/reqemekê, yanî jimarnavê "1" dibe "yek".
- Pêşpirtik: Me'na gotinê diguherin, ji bonî lêkeran gotineke nû (belkî nêzîkî ya kevn) çêdikin û ji bonî navdêran ḧal diguherin. - ve-, ra-, da- ...; bi-, bê-
- Paşpirtik: Li taliya gotinê ne. - -ker, -tir, -dan, -van, -dêr
navdêr, veqetandek, rengdêr, pronav (= cihnav), lêker, jmarnav, hoker, daçek, gihanek, baneşan.
Kurmancî | Îngilîzî | Tirkî |
navdêr | noun | isim |
lêker | verb | fiil |
rengdêr | adjective | sıfat |
daçek | adposition (ḧemû), preposition (pêş), postposition (paş), circumposition (dor) | edat |
hoker | adverb | zarf |
cihnav | pronoun | zamir |
gihanek | conjunction | bağlaç |
baneşan | interjection | ünlem |
jimarnav | numeral | sayı? |
pêşpirtik | prefix | ön ek |
paşpirtik | suffix | son ek |